Kurdistan
Pîransar | Vê carê jî sermayê li kolberan xist: 3 kolberan can da
PeyamaKurd - Li Pîranşarê 3 kolberên kurd li ser çiyê ber sermayê qefilin û jiyana xwe ji dest dan.
Malpera Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku doh êvarê karwanekekolberên kurd li bilindahiyên çîyayê Pîranşarê ji ber sermayê qefilin ku 3 kolberên kurd ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan û 2 kolber jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Navê kolberên ku can dane; Husên Şemzade, Sîrwan Mihemed û Ûsiv Destûrî ye.
Kolberên birîndar jî li nexweşxaneya Pîranşarê tên dermankirin.
Hêjayî gotinê ye, rojek nîne ku kolberên kurd ên di şert û mercên giran de debara xwe dikin ji aliyê pasdarên Îranê ve têne kuştin.