Pistî 2 salan ENKS û PYD hevdîtinekî pêkanîn
PeyamaKurd – Li Binxetê li bajarê Qamîşlo piştî 2 salan ENKS û Meclisa Demokratîk ya Sûriyê hatin cem hev. Bi hewla kesên serbixwe û rewşenbîran, heyetekî ji ENKS ê seredana baregeha Meclisa Demokratîk ya Sûriyê beşa têkiliyên derve kirin. Di seredanê de gelek kesên siyasetmedar, rewşenbîr kesayetiyên naskirî jî hebûn.
Di hevdîtinê de her dû teref li ser meşandina xebatên yekîtiyê û despêkirina diyalogan bûne hemfikir. Kesê ku ketiye navbera her dû terefan nivîskar Zed Sifûk ragihandiye ku ev gavekî girînge û ji bo hevdîtinê ji Rûdawê re weha gotiye:
“Civîn fermî nebû. Hevdîtinên fermî bi çavdêriya serok Mesûd Barzanî, general Mazlûm Ebdî û Amerîka dimeşe. Lê em grûbekî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar dixwazin di navbera wan de diyalog ji nûh de destpêbike û biserbikevin. Di civînê de endamên ENKS ê û MDS ê fikrên xwe gotin. Em hêvî dikin ku civînên bi vî rengî dewam bikin û çarçoveya xwe fireh bikin.”
Ev 2 sale di navbera her dû terefan de hevdîtin nebûne.