TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pistî 8 mehan rêya stratejîk ya M4ê ji bo çûnûhatinê hat vekirin

📅 25 gulan 2020 16:34

PeyamaKurd – Piştî 8 mehan rêya serekî ya ya M4ê ku bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hev ve gire dide, ji bo çûnûhatinê hat vekirin.

Rêya M4ê ku bi pêşengiya Rûsyayê hatibû vekirin, piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, di 9êCotmehê de hatibû girtin.

Rêya ku gelek caran bûye armanca êrîşên çekdaran ji aliyê gel ve nedihat bi kar anîn.

Bi vekirina rêya M4ê rêyê Girê Xurma û Kobaniyê  û Reqa Minbicê hat vekirin. Piştî ku rê hat vekirin hêzên Rûsyayê û gelek wesayîtên sivîl ber bi Hevrînê ve çûn.

Piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê bi 8 mehan rêya M4ê bo cara ewil hat vekirin û tê diyarkirin ku dê welatiyên sivîl jî bikaribin vê rêya bi kar bînin.

Parve bike: