TR KU SO
FB X
Kurdistan

Piştî Nêçîrvan Barzanî, Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Ehmed Şera re dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 07:53

PeyamaKurd - Piştî serdana Şamê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hate ragihandin ku îro 4ê Tebaxê jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed jî li Şamê bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera re dicivin.

Li gorî zanyariyan Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, civîneke hevbeş bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re pêk tînin.

Ev yek di demekê de ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Şamê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyabû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Şera de da zanîn, di civînê de Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî jî amade bû, tê de peywendiyên Sûriyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin nirxandin û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cihêreng de, bi taybetî di warê aborî de hat kirin.

Herwiha di beşeke din a civînê de, derbarê geşedanên dawî yên rewşa herêmê de nêrîn hatin guhertin. Di vê derbarê de her du aliyan daxwaza xurtkirina ewlehî û aramiyê, berfirehkirina hevkariya herêmî û çareserkirina aştiyane ya kêşeyan kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di beşeke din a civînê de hat destnîşankirin ku divê di "Sûriyeya Nû" de mafên hemû pêkhateyan parastî bin. Herwiha Serokê Sûriyeyê spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazîkirin û hewandina penaberên Sûriyeyê di dema şer de û diyar kir ku Sûriye bi giringî li rola Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Parve bike: