TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pistî Rûsya û Amerîkayê Çînê jî li ser serê Qerebaxê daxuyanî da

Admin H
Nivîskar
📅 28 îlon 2020 20:18

PeyamaKurd – Piştî bangên rawestandina şerê navbera Ermenistan-Azerbaycanê li herêma Qerebaxê yên Amerîka, Rûsya û Ewropayê welatê Çînê bangewaziyek li herdu aliyan kir.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Vang Vınbin, li paytext Pekînê di civîne rojnamevanî de li ser mijarê da xuyakirin ku berdewama seqamgerî û aştiya li herêmê di berjewendiya herdu aliyan de ye.

Vang got, “Em hêvî dikin hemû aliyên pêwendîdar bi aramî tevbigerin ji bo kêmkirina rageşiyê û çareseriyê serî li diyalogên siyasî bidin.”

Li aliyê din artêşa Azerbaycanê şer berfireh kiriye û hewl dide hêzên Ermenistanê ji herêmê derxe ku Tirkiye jî piştevaniya wê dike.

Parve bike: