TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKK ê navên endamên xwe yên li Licê di ser de can dabûn ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 17 hezîran 2023 23:41

PeyamaKurd – HPG ê nasnama du endamên xwe yên ku di 8 ê Hezîranê de li gundên navça Licê ya bi ser bajarê Amedê jiyana xwe ji dest dabûn ragihand. Her weha di êlûna sala 2022an de 4 xebatkarên jin yên çapemeniyê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn nasnama wan jî ragihand.

Di daxwuyaniyê de yek ji candayiyan bi navê kod Xemgîn Serhed ku ji bajarê Mûşê ye û navê wî yê eslî Sami Özdemir e. Navê kesê din bi navê kod Bahoz Farqîn e û ji Diyarbekire û navê wî yê eslî Ümit Korkmaz e.

Li aliyê dinê HPG ê navên 3 jinên ku di 12 û 19 ê êlûna sala 2022an de ji nav hatibûn birin, xebatkarên navenda çapemeniya HPGê û navenda çapemeniya Star ya YJA yê ne.

Navên her çar kesan: Kod nav Koçerîn Rojîn, navê eslî Leyla Turgut ku ji bajarê Qersê ye. Axîn Amûdê kod nav, bi navê eslî Dilsoz Habîb e. Roza Rênas Amed bi navê eslî Songül Tarıncı û bi navê kod Avrîn Mahsum ku navê wê Berîvan Mustafa ye û ji Efrîna Binxetêye.

Parve bike: