PKKê hisyariyeke tund da Îranê: Sirîkatî bidome wê helwesta me biguhere…
PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê HPG li ser şerê li sînorê Colemêrgê û Îranê de ku 3 PKKyiyan can daye daxuyanî da.
HPGê hişyariyeke tund da Îranê û got, “Heke şirîkatiya xwe ya bi dewleta tirk re berdewamî bike, em bi eşkere dibêjin ku emê neçar bimînin helwesta xwe ya dijî Îranê berçav bikin.”
Li gorî daxuyaniya HPG-BİMê, 12ê Hezîranê li nêzîkî qereqola Wargenima ya sînorî ku bi ser Geverê ve ye, di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de şer qewimî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Heta niha wekî rêxistin me xwe tevlî konseptên dijî Îranê nekiriye û ti fikrekî me yê wiha jî tune ye. Lê ev tişta ku Îranê kiriye ne karekî munferît e û heke şirîkatiya xwe ya bi Tirkiyê re bi domdarî pêk bîne, em bi awayekî eşkere dibêjin ku emê neçar bimînin helwesta xwe ya dijî Îranê ji nû ve binirxînin.”