Kurdistan
Plasschaert bo êrîsên Îranê: Em tenê gotinên xwe dubare dikin!
PeyamaKurd - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert got ku êrîşên berdewam ên Îranê li Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin.
Plasschaert li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Mixabin tenê em dikarin gotinên xwe dubare bikin. Êrîşên berdewam ên Îranê nayên qebûlkirin, divê Iraq rê nede gefên din. Hêza Iraqê ji yekrêziya navxweyî dest pê dike.”
Supaya Pasdarên Îranê, doh û îro bi dronên bombebarkirî û moşekan, çend kampên niştecihbûnê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bombebaran kiribû û pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navê Behzad di encamê de şehîd ketibû.