Kurdistan
Polîs avêt ser baregeha HDP ê ya Batmanê
PeyamaKurd- Tîmên antî terorê yên bi ser asayîşa Batmanê ve avêtin ser baregeha HDP ê ya Batmanê û lêgeriyan. Di lêgerînê de hinek wêne hatin girtin û seroka şaxa Batmanê Fatma Ablay û Ömer Kulpu hatin binçavkirin.
Operasyona ser HDP ê di bin fermana serdozgeriya Batmanê de hat kirin. Wêneyên ku li partiyê hatin dîtin dest danîn ser wan.
Lêpirsîna binçavkiriyan li baregeha asayîşê dewam dike.