TR KU SO
FB X
Kurdistan

Polîsê Hewlêrê: Kesê êrîsî Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 28 mijdar 2021 13:45

PeyamaKurd - Rêveberiya Polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesekî êrîşî ser Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û di dema rûbirûbûnê de êrîşkar hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsê Hewlêrê de hatiye eşkere kirin, 27ê Mijdara 2021ê êvarê di demjimêr 18:00ê de kesekî xwestiye biçe nav Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û êrîş kiriye ser pasevanan, ew jî rûbirû bûne û di encamê de êrîşkar jiyana xwe ji dest daye.

Polîsê Hewlêrê daye zanîn: “Hêzên me demildest gihîştin cihê bûyerê û termê kuştî yê bi navê M. M ji bo bijîşkê dadê hat veguhestin.”

Rêveberiya Polîsê Hewlêr diyar kir: “Lêkolîna li ser bûyerê dest pê kiriye û em ê piştre zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê belav bikin.”

Parve bike: