TR KU SO
FB X
Kurdistan

Polîsekî li hevalên xwe yên qereqolê xist: 2 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2024 02:22

PeyamaKurd – Li gor nûçeya ket ser medya Tirkiyê; li bajarê Semsûrê (Adıyaman) polisekî di qereqola bi navê Altınşehir Şehit Ahmet Yıldırım de, bi sîliha xwe li hevalên xwe xist û li gor agahiyan 2 kesan birîndar kir.

Li ser bûyerê gelek ambûlans çûn navenda polîs û birîndaran birin nexweşxana Semsûrê (Adıyaman) ya lêkolîn û perwerdê.

Li gor medyayê; di encamê de 2 polîs can dane û 8 polîs birîndarin lê heya niha ji rêvebiran agahiyên rast nehatine dayîn.

Parve bike: