Kurdistan
Polîtburoyên PDK û YNKê li Silêmaniyê dicivin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 30yê Tîrmehê Polîtburoyên PDK û YNKê li ser mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Silêmaniyê dicivin.
Li gorî zanyariyan, civîna polîtburoyên PDK û YNKê îro li demjimêr 11:00 dest pê dike.
Hate zanîn ku dê di civînê de li ser pirsa encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û mijarên têkildarî pêwendiyên herdu partiyan werin gotûbêjkirin.
Hate ragihandin ku ev civîn li ser daxwaza polîtburoya YNKê tê kirin.