Pompeo: Wê bo HSDê destek dewam bike
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku bi xêra perê petrolê, ew pere muezem İŞİDê mexlûb kirin, bi vêya serbilinde û wê destek dewam bike. Pompeo ji welatên Awrûpayê destekê xwest ku bo siyaseta Amerîkayê ya Sûriyê piştgiriyê bikin. Eger ev nebe wê Awrûpa bi pêla koçberan re rû bir û bimîne.
Pompeo îro tevlî civîna Weqfa Körberê bû, bersiva pirsên kesên ku tevlî civînê bûn da. Pompeo balê kişand ser îro û got ku rejîmên totalîter zêde bûne. Lê 30 sal berê dîwarê Berlînê hat rakirin. Pompeo bangê li dewletên Awrûpayê kir ku bi Amerîka re li dijî dewletên otorîter bisekinin. Hevkarên Awrûpî dawet kir bo li dijî Îran, Çînê û Rûsyayê bi tundî rawestin û girêdayiya xwe ya di seha enerjiyê, aboriyê û teknolojiyê kêm bikin.
Li ser mijara ku Amerîka ji Sûriyê vekişiyaye, Pompeo got ku ev şaşe û Tirkiyê bi wî awayî biryara xwe da lê Amerîka biryara dewama şerê li dijî İŞİDê da. Tişta li Sûriyê dibe ev e û wê desteka wan bo HSDê dewam bike.