TR KU SO
FB X
Kurdistan

Prens Charles pêswazî li Koma Muzîkê ya Êziyan kir

📅 11 sibat 2020 13:29

PeyamaKurd -  Mîrzayê Gallerê Charles li Londonê, li Dezgeha Xêrxwazî ya Clarence Houseyê pêşwazî li Koma Muzîkê ya Êzîdiyan kir.

Hat ragihandin ku Koma Muzîkê ya Êziyan serdana Clarence House kiriye û li Weistminater Abbey û Navenda Gişti ya Balyozxaneya Brîtanyayê geriyane û li wir performansek nîşan dane û stranên bi Kurdî xwendin.

— Clarence House (@ClarenceHouse) February 7, 2020

Endamên komê piştî serdana xwe bi Mîrza Charles re hevdîtinek kirin.

Prens Charles piştî performansê, yek bi yek bixêrhatin da endamên komê û ji ber performans û serdanê kêfxweşiyên xwe anîn zimên.

Parve bike: