TR KU SO
FB X
Kurdistan

Prof. Ahmet Özer ji dozekî beraet kir û doza dinê biryara wê paş de xistin

Admin M
Nivîskar
📅 24 tebax 2026 18:04

PeyamaKurd – Prof. Ahmet Özer ku şaredarê navça Esenyurt a Îstenbolê bû, bi hinek sedeman wî ji ser kar derxistibûn û paşî şandibûn zîndanê.

Piştî berdana Özer, doza dadgehê dewam dikir û di encamê de dadgehê biryarên di her dû dosyayên Özer de, da.

Ahmet Özer di dosya xwe ya ku goya tê de ‘di belga teybet de sextekarî kiriye’ de beraet kir. Di dosya ku di ‘wezîfa xwe de îhmalan kiriye û wezîfa xwe di rêya derab de bikaraniye’ de, dadgehê 8 meh û 10 roj ceza dayê û dadgehê biryarê da ku hukmê wê dosyayê bihêle paşiyê. Yanî eger Özer di nav 5 salan de bi zanîn sûcekî dinê neke, dê dosya ji ortê rabe.

Dadgehê memûriyeta Ahmet Özer qedexe kir lê şaredar bi xwe ne di statuya memûran de ne. Parêzerê Özer dibêje ku ev biryar nabe astengî ku Çzer dagere ser karê xwe yê şaredariyê.

Serokê MHPê Devlet Bahçeli berê jî gotibû bila her dû Ahmet dagerin ser karên xwe. (Ahmet Türk û Ahmet Özer.)

Parve bike: