Kurdistan
PYD ê rojnamevanê Kurd serbest berda
PeyamaKurd- rojnamevan Ahmed Sofî, peyamnêrê televîzyona Zagrosê bû û sala borî di 23 yê cotmehê de li Dêrika Hemo ji aliyê hêzên PYD ê ve hatibû girtin û wî xistibûn zîndaneka li Rimêlan. Xebera serbestberdana Ahmed Sofî ji aliyê BasNewsê de hat ragihandin ku hevalekî Ahmed Sofî yê bi navê Berzan Hisên agahiyê daye wan.
Li gor ragihandinê îro siet piştî nîvro di 2 yan de rojnamevan serbest hatiye berdan û gihaye mala xwe ya Dêrikê.