Kurdistan
Qamislo | Di navbera Hêzên Berevaniya Nistimanî û hêzên Asayisê de ser derket
PeyamaKurd – Li Qamişlo, di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayişê ya girêdayî Rêveberiya Xweser de, şer derket.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, ji ber şer û pevçûnê endamekî Asayîşê can daye û heta niha nayê zanîn çend kes birîndar bûne.
Herwiha çavkanî diyar dikin, şer di saet 21:00ê de li taxa Dewara Wehde rû daye û endamê Asayişê yê bi navê Xalid Hacî can daye.
Herî dawî zanyarî destnîşan dikin, hêzên Asayîşê li cihê bûyerê ji bo her egerekê ketine amadebaşiyê.