Qasim Arecî: Yekkirina Pêşmerge destûr û serweriya qanûnê bihêztir dike
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Qasim Arecî yekxistina Hêzên Pêşmergeyan pîroz kir û tekez kir ku ev gav piştevaniya serweriya qanûnê û yekgirtina biryara ewlehiya neteweyî dike.
Arecî di peyama xwe ya li Xê de got: "Ez pîrozbahiyê li gelê Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan dikim, bi helkefta yekxistina hêzên Pêşmergeyan di çarçoveyeke dezgehî de û di bin fermandariyeke yekgirtî ya leşkerî de."
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê diyar kir: "Ev gavek e bo pêşxistina sîstema pîşeyî ya ewlehiya neteweyî, ku destûr û serweriya qanûnê bihêztir dike."
Arecî da zanîn: "Em vê gavê wekî tevlîbûneka di bizavên dewletê de bo çespandina biryara çek di destê dezgehên destûrî de bin û bicihanîna qanûnê û pêşxistina yekgirtinê di navbera hêzên federalî û Pêşmergeyan de bi nirx dibînin, bi vî rengî jî em serweriya Iraqê, ax û ewlehiya welatiyan diparêzin."
Hêjayî gotinê ye, îro 21ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan bi merasîmekê ragihandin.
Nêçîrvan Barzanî got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." û diyar kir ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.