TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qedexeya li Rojavayê Kurdistanê heta 1ê Gulanê hat dirêjkirin

📅 22 nîsan 2020 13:29

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dema qedexeya derketina derve ya ji ber koronayê 10 rojêndin ango heta 1ê Gulanê dirêj kir.

Rêvebriya Xweser ragihand, ji ber xetera belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) wan 10 rojên din qedexe dirêj kirin. Qedexa derketinê, îro roja Çarşemê 22 Nîsanê, dest pê dike û heta 1ê Gulanê berdewam dike.

Biryarên derbarê qedexeyê de wiha ne:

  • Tevahiya dermanxaneyên (mirovî, çandinî, beytarî) , dikanên frotina sebze û fêkiyan, dikanên firotina goşt û şêranî, tevahiya besta û firoşkarên gerok dikarin di dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
  • Dikanên madeyên xwarinê di dema qedexeya derketina derve dikarin bên vekirin.
  • Dikanên serfkirina pere û hewale di rojên în û şemiyê de tên vekirin.
  • Warên avahîsazî, werşeyên firotina madeyên avakirinê û tevahiya dikanên herêmên pîşeyî dikarin di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
  • Tevgera birayên cotkaran û karkeran tê hêsankirin bi şerta ku hejmara karkeran di erebeyekê de 10 kesan derbas neke.
  • Erebeyên veguhestina madeyên xwarin, paqijî, derman, şîrê zarokan, pêdiviyên tenduristiyê û dezenfektekirin û sotemenî dikarin di navbera rêveberiyan de û  di her rêveberiyekê de tev bigerin.
  • Xwediyên kar ên tevahiya waran dikarin bixebitin, lê bi şerta ku rêbazên xweparastina kesayetî bikar bînin, mask û lepikan xwe bikin,her wiha ji kombûna dûr bikevin.
  • Ev biryar ji her kesê ku pêk tîne tê agahdarkirin.
Parve bike: