TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qedexeya seferên asmanî yên Kurdistan û Iraqê hat dirêjkirin

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2020 12:53

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku qedexeya seferên asmanî yên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ku ji ber koronayê hatibû danîn, heta 7ê Hezîranê hatiye dirêjkirin.

Li gorî ragihandina saziya geştên asmanî ya Iraqê bi sedema zêdebûna pêketiyên Covid-19 qedexeya seferên navbera Iraq û Kurdistanê heta 7ê Hezîranê hatiye dirêjkirin ku firînên leşkerî û dîplomatîk ne di çarçoveya qedexeyê de ne.

Doh li Iraqê ji bo hefteyekê qedexeya çûnûhatin û derketina derve hatibû ragihandin.

Heta niha li Iraqê 6,179 kesên pêketiyên vîrusa korona hatine tomarkirin, 3 hezar 37 kes baş bûne û 195 kesan jî can daye.

Parve bike: