TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qehremanê Kurd sembola berxwedanê Pêsmerge Hûcam Surcî

Admin S
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2019 23:08

Peyamakurd – Pêşmergeyê qehreman Hûcam Surcî 25ê Çileya 2015an ji aliyê rêxistina terorîst û hov DAIŞê ve hat şehîdkirin.

4 sal bi ser şehîdkirina Hucam Sûrcî re derbas bûn, lê qehremanê gelê Kurd ku 20 salên xwe dabû Pêşmergetiya Kurdistanê nehat jibîrkirin.

Sûrcî di meha Tebaxa 2014an de li nêzîkî Duhokê li eniya Nerawanê di şerê dijî terorîstan de hatibû dîlgirtin û piştre bi awayekê hovane hatibû qetilkirin ku awirên çavên Hucak Sûrcî yên bêtirs bûn sembola qehremaniya wî ya bêmînak.

Ji 11 zarokên Hucam Sûrcî 2 ji wan hîn jî Pêşmergetiyê di şopa bavê xwe de berdewam dikin.

Qatilê Hucam Sûrçî piştre bi operasyonek taybet a Pêşmergeyên Kurdistanê hat kuştin û xwîna wî li erdê nehiştin.

Hucam Sûrcî di dîroka qehremaniya Kurdan a dijî hovîtiya li hember wan tê kirin bûye semboleke nejibîr û niha peykerê nemir Hucam Sûrcî li bajaroka Roviyan bi awirên xwe qehremaniya Kurdan nîşanî her kesî dide.

Hûn dikarin helbesta siyasetmedarê kurd Rojhat Amedî ya li ser Hucam Sûrcî nivîsandiye û deng dayê ji vê lînkê guhdar û temaşe bikin.

Parve bike: