Kurdistan
Qeyûm jî di nav 4 qeymeqamên Bakurê Kurdistanê ji kar hatin avêtin
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştî ku qeymeqamên qeyûmên şaredariyan ên navçeyên Farqîn a Amedê û Giyadîn a Semsûrê ji kar avêt, li Rihayê jî qeymeqamên navçeyên Karakopru û Kaniya Xezalan ji karê wan dûr xist.
Wezaretê qeymeqamê navçeya Karakopru ya Rihayê Ufuk Akil û Qeymeqamê Navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Hamza Ozer ji kar xist û li şûna wan jî Cîgirê Waliyê Rihayê Abdullah Abîd Oztoprak û Qeymeqamê Heranê Cîhan Koç bi wekaletî hatin danîn.
Li gorî zanyariyan her çar qeymeqamên ji kar hatine avêtin, bi hinceta lêpirsîna FETOyê û têkiliyan wan bi wê cemaetê re ye ku 15ê Tîrmeha 2016an hewla kotedayê dabû.