Qeyûm meclisa Saredariya Wanê belav kir
PeyamaKurd - Piştî Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan ji peyvirê girt û li şûna wê Walî Mehmet Emin Bilmez wekî qeyûm erkdar kir, Qeyûm Bilmez ewil Meclisa Şaredariyê fesix kir.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di 19e Tebaxê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, Hevşaredarê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peyvirê girtin û li şûna wan waliyên bajêr erkdar kirin. Li Şûna Hevşaredara Wane Bedia Ozgokçe Walî Emin Bilmez wekî qeyûm tayin kir. Qeyûm Bilmez berî her tiştî meclisa şaredariyê fesih ango belav kir.
Qeyûm Bilmez, nivîs ji meclisa şaredariyê re şand û aşkere kir ku meclis fesih kiriye. Meclisa ku 71 endamê wê hebûn, 44 endamên meclisê HDPyî û 27 endamên meclisê jî AKPyî bûn.