TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qeyûmê Mêrdînê besdarî operasyona dijî PKKê bû

Admin H
Nivîskar
📅 28 tebax 2019 21:35

PeyamaKurd – Parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin beşdarî operasyona leşkerî ya di navbera Mêrdîn, Şirnex û Batmanê de birêve diçe bû.

Mûstafa Yaman ku li şûna Ahmet Turk wekî qeyûmê serokê şaredariyê hatibû tayînkirin, îro çû qada operasyona artêşa Tirkiyê ku li dijî PKKê li sê bajarên Mêrdîn, Şirnex û Batmanê hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin ku bi tevlîbûna 10 tabur û 117 tîmên taybet operasyon hatiye destpêkirin.

Li qada operasyonê jî wêneyên ku Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetin, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Aktaş, Qeyûm û Parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman, Parêzgarê Batmanê Hulusi Şahin, Parêzgarê Şirnexê Ali Hamza Pehlivan, Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Tumgeneral Halis Zafer Koç û Fermandarê Qereqola Yayvantepe ya Mîdyatê di nav de bûn ji medyayê re hatin belavkirin.

Parve bike: