Kurdistan
Qeyyûm,zimanzan Zana Farqînî di kar derxist
PeyamaKurd- Zimanzanê zimanê Kurdî Zana Farqînî di şaredariya Batmanê de dixebitî. Piştî şaredarê HDP yî ji ser kar dûrxistin û di şûna wî de qeyyûm hat tayînkirin, pisporê zimanê Kurdî Zana Farqînî ji karê wî derxistin.
Farqînî dibêje ku gelek projeyên wan hebûn, bi taybetî di seha çandê de ku pêkbianiyana lê ji kar hatiye derxistin. Di beşa rêvebiriya çandê de kesên ku dixebitîn, wan ji belav kirine û rêvebirê nûh yê ku were, wê kadroyên xwe di beşe de bicîh bike.
Zana Farqînî dibêje girîng ew e ku wê car din li ser zaman xebata wî dewam bike. Lê jikarderxistina wî weka bêtehemuliya wan ya li hember çand û zimanê Kurdî nîşan da.