Qubad Talabanî: “Em dixwazin bibin îxracatvanê berhemên çandiniyê û elektrîkê”
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî tevlî foruma Yûnanistanê ya bi navê Foruma Aboriya Delphi bû. Talabanî di forumê de got ku Kurdistan dixwaze piştî petrolê bibe îxracatvanê berhemên çandiniyê û elektrîkê.
Talabanî, di forumê de bangî civaka navdewletî kir û got ku Herêma Kurdistanê ji bo aramî û pêşdeçûna Rojhilata Navîn girîng e. Talabanî her weha got ciyê Kurdistanê di navbera 4 dewletan de ye û Kurd weka ‘şervanên tund’ tên naskirin lê îro ev rola Kurda guheriye. Talabanî got:
“Me ew hissên rabirdû yên mexdûriyetê derbas kir. Niha em li ser geşepêdana aboriyê hûr bûne. Em naxwazin bibin seha şer lê dixwazin bibin pirekî.”
Talabanî her weha behsa desteka Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya aştiya Tirkiyê de, di entegrasyona Kurdên Sûriyê de ya bi Şamê û li Iraqê li ser bingeha federalîzma li ser destûrê kir ku Kurd çawa rola erênî leyîstine. Talabanî got:
“Me nehişt Kurdên Rojhilat di şerê navbera DYA û Îranê de zerarê bibînin. Me di roja ewilî de got û fikren me gelek zelal bûn. Me got ku em ê nebin perçeyekî ji şer û em ne perçeyekî şer in.”
Talabanî, li ser girtina Hurmizê ku bi awayekî neyînî bandorê li ser aboriyê kiriye û di wextekî weha de li ser pirsa enerjiyê got ku Herêma Kurdistanê û Iraqê hêj nikarin dest ji petrolê berdin lê plan dikin ku dahata ji petrolê tê, di sehayên vejandina sektorên din de bikar bînin.
Talabanî, bi taybetî balê kişand ser rezervên bajarê Silêmaniyê yên gazê û got:
“Ji roja ewilî de stratejiya me li ser wergerîna gazê bo elektrîkê bû. Em dixwazin pêdiviya elektrîkê ya herêmên din yên Iraqê temîn bikin û em ji bo elektrîkê îxrac bikin, gaza me têra me dike ku em elektrîkê hilberînin.
Di seha çandiniyê de, ji bo em aboriya xwe xwurt bikin, li Herêma Kurdistanê araziyên çandiniyê yên bi bereket hene, plan ne tenê ji bo nava Iraqêye lê em dikarin ji bo bazarên derve xida, sebze û meywe îxrac bikin.”
Talabanî berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê bi yên Yûnanistanê re qiyas kir û got:
“Zeytûnên me gelek baş in. Dibe weka yên Yûnanistanê nebin lê baş in. Hinarên me, hingiv û gwîzên me gelek baş in. Bi veberhênan û stratejiyên rast berhemên Kurdistanê dikarin bigihên bazara dinyayê.”