Qubad Talabanî: Êrisa ser balafirgeha Hewlêrê karekî terorîstiye
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser êrîşên ser balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî axifî û got ku ew êrîş karekî terorîstiye û xizmeta wan kesên ku li pişt bûyerê ne dike. Qubad Talebanî ji rojnameya Şerq El Ewset re diyar kiriye ku divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hemahengî hebe û divê tewrê hêzên navdewletî li dijî van bûyeran hebe.
Talabanî gotiye ku ew êrîş binpêkirina desthilata dewletekiye û eger êrîş dewam bikin, dê bandora wan ya xerab li ser berjewendiyên Iraqê û civaka navdewletî hebe.
Şeva 6 ê temmûzê de siet di 23:30 ê yê şevê de dronekî bombebarkirî êrîşê balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê kiribû. Rojek piştî wê jî, bi moşekan êrîşê binkeya Ayn Esedê kiribûn ku hêzên serbazî yên Amerîkayê di binkeyê de diman.