RAPOR | Îranê di mehekê de 29 Kurd bidarve kirin, 72 jî girtin
PeyamaKurd - Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, rapora xwe ya amarên navbera 21ê Nîsanê û 21ê Gulan a 2023yan a girtin û îdamên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê belav kir.
Li gorî raporê di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 10 kolber û kasibkar hatine kuştin, 6 ji wan birîndar bûne, 29 kes hatine bidarvekirin û zêdetirî 70 kes jî hatine girtin.
Di navbero rojên 21ê Nîsanê û 21ê Gulanê de, li nêzî bajarê Bane 2 kasibkar bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin, 2 welatiyên xelkê Mahabadê jî ji bo komkirina giyayên biharî dema çûbûn Xinêre, ji aliyê balifirên bê mirov ên Tirkiyê ve hatin bombebaran kirin û jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de zêdebûna rêjeya darvekirinan tê bibîrxistin û tê gotin, di nava mehekê de herî kêm 29 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin.
Dîsa di meha Nîsanê de herî kêm 72 çalakvan, hunermend û welatî li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin. Piraniya wan bi sedema tevlî pîrozbahî û merasîmên Newrozê bûne hatine girtin.
Herwiha di nava mehekê de cezayên cuda li ser 12 çalakvanên ku berê hatibûn binçavkirin, hatiye birîn.