TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rayedarê Amerîkî: Kurdistan modeleke girîng e, divê bê parastin

Admin H
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2019 21:10

PeyamaKurd – Cîgirê Musteşarê Maseya Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Amerîkayê Joey Hood, got ku Herêma Kurdistanê wekî model mînakeke girîng e û pêwîste were parastin.

Hood, li rûniştina Kongresa Amerîkî ya bi navê ‘Li Iraqê rewşa heyî û siyaset’ de bersiva pirsan da.

Joey Hood, bal kişand ser daxwaziyên xwepêşanderan ku daxwaza hikûmeteke serbixwe, bi îstiqrar, bihêz û ewle dikin û got, di heman demê de wek Amerîka ew li dijî hemû hewlên qesta serweriya Iraqê bikin in.

Piştî civînê jî Hood ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, “Em herêma Kurdistanê li herêmê wekî modeleke mînak dibînin. Em baweriyê bi hikûmeta Kurdistanê û gelê wê tînin û em ê di vê çarçoveyê de jî piştevaniya xwe berdewam bikin.”

Parve bike: