Rayedarên Pêsmerge û artêsa Iraqê civînek li dar xistin
PeyamaKurd – Li navçeya Banî Maqan a ser bi Çemçemalê ve, do civîneke leşkerî di navbera rayedarên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo operasyonên hevbeş ên di nava çend rojên dawî de hat lidarxistin.
Civîn bi amadebûna Cîgirê Fermndarê Giştî yê Hêzên Çekdar Cafer Şêx Mistefa, Fermandarê Yekîneya (70) Mistefa Çavreş, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, berpirsên mihwerên (1, 2, 3, 4) ên Pêşmerge, ligel Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Ferîq Rukin Elî Firîcî û fermandarên bilind ên artêşa Iraqê li Xûrmatû – Kerkûk birêve çû.
Herwiha di civînê de, plan û pêngavên operasyonên çend rojên borî hatin guftûgokirin û bi girîngî tekezî li ser berdewamiya ew proseyê û encamdana operasyonên firehtir hate kirin, ew jî bi armanca tunekirina terorîstên DAIŞê û paqijkirina herêmê bi temamî ye.
Di dawiya civînê de, her du aliyan nirxandineke babetyane ji bo destkeftên operasyonan kir û xalên erênî û dagirtina kêmaniyan hatin guftûgokirin, ji bo serkeftina temamî bi ser DAIŞê de û parastina ewlehî û aramiya navçeyê û xelkê wê.