Rêber Ehmed: Dibe ku qedexe dîsa bê dirêjkirin, pêdiviyên xwe bistînin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser dirêjkirina qedexeya çûnûhatin û derketina derve bi hinceta pêşîgirtina vîrûsa koronayê ragihand, ji bo 72 demjimêran qedexe hatiye dirêjkirin û heger pêdivî hebe wê ew dem dîsa bê dirêjkirin.
Rêber Ehmed ji ber pabendbûna wan bi biryarên hikûmetê spasîya hemwelatîyên Herêma Kurdistanê kir û got, “Ji bo berjewendîya hemwelatîyan û rêgirtinê ji belavbûna vîrûsa Koronayê, em bi pêdivî dizanîn ew dem bê dirêjkirin.”
Ehmed herwiha diyar kir ku hikumeta Herêma Kurdistanê gelek bi zelalî li ser vê pirsgirêkê radiweste û zanyarîyan dide hemwelatîyan.
Wezîrê Navxwe da zanîn ku desthilat hatîye dayîn bi yekeyên rêveberîyan daku jîyana xelkê di dema qedexkirinê de careke din rêk bikin û ew hemwelatîyên nakaribin pêdawîstîyên girîng ji xwe re dabîn bikin, bikarin niha dabîn bikin.