Rêber Ehmed: Em ji bo bihêzkirina hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar dikin
PeyamaKurd – Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo postê Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed di gotarekê de da zanîn, ew kar ji bo bihêzkirina hevahengî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.
Namzedê PDK û Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ji bo postê Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed di gotara xwe ya di rojnameya “Şerq El-Ewset” a Londonî de hat belavkirin de eşkere kir: “Ezmûna salên borî yên hevahengî û pêwendiyên baş ên Hewlêr û Bexdayê, encamên baş jê derketin, wek jinabirina DAIŞê, rizgarkirina Iraqê ji terorê, pirsa koçberan û geşepêdana di sektora pîşesazî û çandiyê de.”
Rêber Ehmed da zanîn, kêşe û pirsgirêkan, bandorê li ser Iraqê dikin, pêwîst e Iraq pêgeha xwe bihêz bi dest bîne ji bo aştî, çareserî û derfetên pêşketina zêdetir bêne çespandin.
Herwiha di derbarê posta Serokomariya Iraqê de Rêber Ehmed diyar kir: “Serokatiya komarê, pêwîstiya wê bi hêzeke hişmend heye û divê astengiyên li ser wê postê bêne rakirin” û got: “Pêşketina sîyasetê bi polarîzasyona mirovan ve girêdayî ye û divê mirov bibe bingeha karê hemû serkirdeyan.”
Rêber Ahmed destnîşan kir: “Çaksaziya niştimanî ketiye ser rêya xwe û niha dema rabûnê ye.”