Rêber Ehmed projeya çaksaziyê ya Polîsê Kurdistanê ragihand
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di Komxebata Rêberiya Stratejîk û Çaksaziya di Polîs de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku di çarçoveya Kabîneya Nehem a bi serperştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de qonaxeke nû ya çaksaziyan di polîsê Kurdistanê de dest pê kiriye.
Ev komxebat bi beşdariya Desteya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê hat sazkirin.
Rêber Ehmed tekez kir ku armanca vê pêvajoyê avakirina saziyeke pîşeyî û nûjen e da ku bikaribe li gel guherînên civakê û astengiyên serdemê gav biavêje û baweriya giştî ya welatiyan bi dest bixe.
Wezîrê Navxwe diyar kir ku di vê pêvajoyê de ezmûna welatên Ewropayê dê li gorî rewşa herêmê bê xwemalîkirin û daxwaz ji fermandariya polîs kir ku berpirsiyariya vê guherînê li ser milê xwe bigirin.
Rêber Ehmed bal kişand ser geşepêdana akademîk, perwerdekirina rêberên nû di kolejên polîsan de û bikaranîna sîstema dîjîtal ji bo rêgirtina li tawanan û zêdekirina şefafiyetê. Herwiha daxwaz kir ku derfetên zêdetir ji bo beşdarbûn û serkirdetiya jinan di nav hêzên polîsan de bên afirandin da ku hemû civak hest bi ewlehiyê bike.