Rêbwar Hadî: Metirsiya serjimêriya gistî her maye
PeyamaKurd – Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Iraqê radigihîne, “Tevî ku Hikûmeta Iraqê li ser pêvajoya serjimêriyê piştrastî daye Herêma Kurdistanê jî, lê em nikarin bibêjin ku metirsî nemane.”
Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Iraqê Rêbwar Hadî doh (17.11.2024) ji K24ê re gotiye, “Serjimêriyê giringiyeke zêde ji bo Herêma Kurdistanê heye, para Herêma Kurdistanê ya budceyê piştî rêjeya şêniyan yekalî dibe.”
Rêbwar Hadî herwiha ragihandiye, “Tevî ku Hikûmeta Iraqê li ser wê pêvajiyê piştrastî daye Herêma Kurdistanê jî, lê em nikarin bibêjin ku metirsî nemane.”
Biryar e ku rojên 20 û 21ê yên vê mehê (mijdarê) serjimêriya giştî li Iraqê, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.
Li dû pêşbîniyên Wezareta Plandananê ya Iraqê, hejmara şêniyên Iraqê heta sala 2030î dê bigihîje nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.