Rêbwar Teha: Min ji bo Kerkûkê postên li Bexdayê red kirin
PeyamaKurd - Parêzgerê berê yê Kerkûkê Rêbwar Teha, piştî ku wezîfeya xwe dewrî namzedê tirkmenan kir, cara yekem daxuyaniyek belav kir. Teha diyar kir ku biryara hiştina kursiyê parêzgeriyê ne daxwaza wî bûye, lê wî ji bo xizmeta Kerkûkê hemû wezîfeyên bilind ên li Bexdayê red kirine û niha wekî alîkarê yekem ê parêzger li bajêr dimîne.
Li gorî lihevkirina "Otele Reşîd" a di navbera aliyên siyasî de, divê rêveberiya bajêr bi dorê di navbera kurd, tirkmen û ereban de were parvekirin. Di vê çarçoveyê de, Teha ku di hilbijartinan de bêtirî 96 hezar deng wergirtibûn, wezîfeya xwe radest kir.
Encumena Parêzgeha Kerkûkê, Serokê Enqeya Tirkmenî Mihemed Seman wekî parêzgerê nû yê Kerkûkê hilbijart. Seman ev wezîfey wekî "bûyereke dîrokî" bi nav kir û got ku piştî 102 salan cara yekem e ku tirkmenek dibe parêzgerê bajêr.
Li gorî peymana parvekirinê, kurdan ji Tebaxa 2024’an heta dawiya 2025’an bajêr birêve bir, niha dora tirkmenan e û di sala 2027’an de jî dê ereb vê wezîfeyê dewr bigirin. Her wiha, roja Pêncşemê komek welatî li ber avahiya Encumena Parêzgehê li dijî vê peymana parvekirina wezîfeyan xwepêşandanek li dar xist.