Rejîma Îranê di Newrozê de ala Kurdistanê û sirûda netewî ya Kurd qedexe kir
PeyamaKurd - Rejîma Îranê, ji bilî merasîmên fermî yên Newrozê astengî ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê re derxistin û rê nade Cejna Newrozê bi awayekî netewî ji aliyê Kurdan ve were pîroz kirin.
Îranê ji bilî danîna mercê moletê bo ahengên Newrozê herwiha bilindkirina ala Kurdistanê û gotina sirûda Ey Reqîb a netewî ya Kurd jî di pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojhilatê Kurdistanê de qedexe kir.
Berpirsên hikûmeta Îranê ji çalakvan û organîzatorên Newrozê re gotine, nabe di pîrozbahiyan de alaya Kurdistanê were bilindkirin û sirûda Ey Reqîb were gotin. Her wiha ew kesên ku gotaran pêşkêş dikin, divê “bi dilê me bin!”.
Rejîma Îranê li hinek deveran jî bi taybet li gundê Nê yê Merîwanê, ku gundekî geştiyarî yê navdar e li Rojhilatê Kurdistanê, ji nêzîkî 100 kesan re gotiye, nabe bi ti rengî tevlî merasîmên Newrozê bibin û belge bi wan daye îmzekirin.
Li gorî çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê li deverên Kurdistanê çi merasîmeke Newrozê hebe ji aliyê pasdaran ve tê kirin û bi tundî tê çavdêrîkirin.
Pasdaran ji xelkê re gotiye, îsal hûn bi serê xwe Newrozê pîroz bikin, divê li cihekî kom bin û di pîrozbahiyan de jî pesnê rêberê Îranê Elî Xaminêyî û Qasim Suleymanî bidin.