TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Îranê xwepêşanderekî din îdam kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2026 20:07

PeyamaKurd - Ajansa Mîzanê ya ser bi desthilata dadweriya rejîma Îranê ve eşkere kir ku xwepêşanderê bi navê Mehdî Xankî ku 10ê Sibata îsal li Kerecê hatibû girtin, vê sibehê hatiye bidarvekirin.

Bidarvekirina Mehdî Xankî di demekê de ye ku heta niha jî ti agahiyek fermî têkildarî dem û çawaniya dadgehkirina wî bi raya giştî re nehatiye parvekirin.

Li aliyê din Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand, 16 xwepêşanderên girtî bi awayekî veşartî li girtîgeha Esfehanê de hatine dadgehkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku her 16 xwepêşander bi tometa ‘muharebe’ (şerê li dijî xwedê û dewletê) hatine tawanbarkirin. Li gor yasayên rejîma Îranê jî cezayê vê tawanê bidarvekirin e. Hatiye diyarkirin ku di dema lêpirsînê de îşkenceyeke giran li wan girtiyan hatiye kirin.

Rêxistinên mafên mirovan hişyariya zêdebûna darvekirinên ku bi awayekî bêdeng ji aliyê desthilatê ve tên kirin didin û diyar dikin ku ev darvekirin ji bo tirsandin û bêdengkirina civakê ne ku niha metirsiya darvekirinê li ser bi dehan ciwanên din ên girtî heye.

Parve bike: