TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Samê ji serdanên dîplomatîk ên Rojavayê Kurdistanê re bertek nîsan da

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2021 20:32

PeyamaKurd - Rejîma Sûriyê bertek ji ber heyetên Fransî û Holandî yên çûne Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da û bi sedema serdanên Rojava ew şermezar kirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya rejîmê SANAyê, çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya rejîma Şamê gotiye, şandeke bi amadebûna nûnerê taybet ê Sûriyê yê Holandayê û şandeke Weqfa Danielle Mitterrand û Şarevaniya Parîsê bi awayekî derveyî yasayan serdana Rojavayê Kurdistanê kirine.

Li gorî çavkaniyê ew herdu serdan bi awayekî bêyî agahdariya Şamê û derveyî yasayan derbas bûne û peymanên veşarî ligel HSDê girê dane ku rejîma Sûriyê vê yekê red dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Şemiya borî şanda dîplomatîk a Holandî jinek û 3 zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên xwe bi awayekî fermî ji destê Rêveberiya Xweser wergirtibû ku rejîma Sûriyê rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê nas nake û naxweze ti welatek jî pêwendiyan ligel wan bike.

Parve bike: