TR KU SO
FB X
Kurdistan

Reuters | Iraqê 188 zarokên DAISiyan radestî Tirkiyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 gulan 2019 21:09

PeyamaKurd – Iraqê 188 zarokên ku malbatên wan tevî DAIŞê bûne şandin Tirkiyê.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê 188 zarokên malbatên DAIŞê bi nezareta rayedarên UNİCEFê (Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) bo Tirkiyê hatin şandin.

Rayedarê UNICEFê Abdulsettar Birgdar li ser mijarê got, dadgeha bi dozên terorê û gumanbarên biyanîyan pêwendîdar, 188 zarokên ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li Iraqê hatibûn danîn radestî Tirkiyê kiriye.

Wî rayedarî herwiha diyar kir hin ji wan zarokan bi sedema ku deryasayî derbasî Iraqê bûne hatine sizadan û piştî sizayê wan xilas bûye hatine radestkirin.

Li Iraqê ji 9 saliyê ve siza bo zarokan tê dayîn.

Parve bike: