Kurdistan
Reuters: Komên Çekdarên Sûriyê ku Tirkiye pistgiriya wan dike, Serakîb kontrol kir
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Reutersê, ku xwe dispêrê komên çekdarên Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, Çekdarên Sûriyê yên ku Tirkiyê alîkarî û piştgiriya wand dike Serakib kontrol kiriye.
Devera Serakîb navçeyeke mezin û stratejik a ser bi Îdlibê ve ye. Rêyên serekî yên M4ê û M5ê li Serakîbê bi hev ve têne girêdan ango Serakîb li wê xaçerêkê cî digire:
Hefteyek berê, Artêşa Sûriyê, rêya M4ê kontrola kiribû û bi vê yekê re ragihandibû ku tevahiya rêyan kontrol kiriye. Piştî ji dest dana Serakîbê, êdî tê wê wateyê ku kontrola hemû rêyan ne di destê rejîma Sûriyê de ye.