Kurdistan
Revandinên li Efrînê berdewam in
PeyamaKurd - Zincîreya revandina welatiyên Efrînê bi awayekî rojane ji aliyê grubên çekdar ve berdewam e.
Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, gruba çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî roja 28ê vê mehê Mihemed Sîdo Bilal û hevjîna wî Hêvîn Bilal ên ji gundê Qêsim ê navçeya Reco revandin.
Wê rêxistinê da zanîn jî, gruba El –Hemzat ji berî 20 rojan ve welatiyê bi navê Yezîdî Arif revandine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Ev yek di demekê de ye, pêr gruba bi navê “Polîsê Medenî” duh welatiyê Êzidî Seîd Xerîb Hiso û hevjîna wî Xalya Husên ên ji gundê Çeqelê Cûmê revandibûn û dest danîbûn ser mala wan a li Efrînê.