TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêveberê Balafirgeha Hewlêrê: Rews asayî ye, ti sefer nehatin pasxistin

Admin H
Nivîskar
📅 12 îlon 2021 12:44

PeyamaKurd - Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê li ser êrîşa şeva borî ya bi ser balafirgehê de diyar kir ku geştkirina bi riya Balafirgeha Hewlêrê asayî ye û ti seferek jî nehatine paşxistin.

Rêveberê Balafirgeha Navdewletî Ehmed Wişyar piştî êrîşa li ser balefirgehê ji K24ê re ragihand, geştkirina bi riya Balafirgeha Hewlêrê asayî ye û ti geştek jî nayê paşxistin.

Ehmed Wişyar diyar kir, dema êrîş li balafirgehê hatiye kirin, ti geşt nebûn, piştî êrîşê jî rewşa balfirgehê asayî ye.

Şevê din piştî demjimêr 12:00ê şevê, bi riya çend dronên bombekirî, êrîşek li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin ku hêzên hevpeymaniyê ragihandin ew dron hatine xistin.

Dijeterora Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, êrîş bi riya du dronên bombekirî êrîşek hatiye kirin û ti ziyanên canî çênebûne.

Parve bike: