Rêveberiya Rojava 35 malbatên Kampa Holê vegerandin malên wan
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku beşa 12emîn a gera vegerandina malên xwe îro pêk hatiye û 35 malbatên Kampa Holê yên ji ber rewşa hewayê derxistina wan hatibû paşxistin, bo cih û warên wan hatine şandin.
Rêveberiya Rojava ragihand ku vê sibehê 35 malbat ji kampa Holê derketine ku ew jî piştî ku rêveberiya kampa Holê gera taybet a koçberên bajarên Tebqa û Reqayê ya doh pêk aniye û ji ber rewşa hewayê rojekê bi derengî pêk hatiye.
Li Kampa Holê ya Hesekê bi hezaran malbatên terorîstên DAIŞê jî dimînin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî temamkirina kaxizên wan û kefaleta rûspiyên eşîran a ji koçberan re wan serbest berdide û vedigerîne.
Di kampa Holê de ku ji mezintirîn kampên Rojavayê Kurdistanê ye zêdetirî 67 hezar koçber û penaber ji Iraq û malbatên terorîstên DAIŞê yên Sûriyê, Iraqê û biyanî hene.
Kamp Holê destpêkê tenê ji bo penaberên Iraqê yên ji ber êrîşên DAIŞê hatibûn Sûriyê hatibû amadekirin.