Rêveberiya Xweser helwesta Serokê dewleta Tirk sermezar kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê, helwesta Serokê dewleta Tirk a ji bo tevlêbûna Swêd û Fînlanda ji NATOyê re şermezar kir.
Rêveberiya Xweser di derbarê van daxuyaniyan de, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir:
“Êdî siyasetên nîjadperest, ên hikumeta AKPê li dijî gelê herêmê dimeşîne, ji raya giştî re eşkere bûne.
Di çarçoveya siyasetên AKPê yên li hundir û derve de, Erdogan tevlêbûna Swêd û Fînlanda ji NATOyê re red kir.
Ev yek nîşaneyeke din e ku Erdogan ji aliyekî ve dixwaze siyasetên cîhanê li gorî pîvanên xwe pêk bîne û NATO li gorî siyasetên xwe bixe tevgerê.
Bi siyasetên Erdogan wê xebatên navneteweyî di têkoşîna li dijî sîstema terorê ya cîhanê û şaneyên wê yên veşartî qels bibe.”
Herwiha Rêveberiya Xweser herî dawî bang li civaka navneteweyî kir ku li bi pey siyasetên dewleta Tirk nekeve.