TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêvebiriya Kerkûkê rêbaza Baasiyan dimesîne

Admin M
Nivîskar
📅 15 hezîran 2019 02:45

PeyamaKurd- Rêvebirên Kerkûkê tiştên ku dewra Saddam Huseyîn de li serê Kurda dihatin kirin, niha ew dikin. Li gor ragihandina BasNewsê di destê wan de belgename heye ku rêvebiriya Kerkûkê bi cotyarên Kurd belge dane îmzekirin ku ji niha û pê de dê zeviyên xwe cot nekin û çandiniya xwe nekin.

Li Kerkûkê ew plana ku li dijî Kurda dimeşe, weka destpêka sala 1974a ye ku Kurdan ji malên wan derdixistin, wan sirgûn dikirin û nedihiştin cotyar zadê xwe biçînin. Niha jî Ereban ji nav Erebistana Iraqê tînin û wan di dadgehan de dikin dawedarên Kurdan da erdê cotyarên Kurd ji wan bistînin. Kurda didin mehkemê û nahêlin heya dadgeh encam bide dest bidin axa xwe.

Şewitandina dexlên di zeviyên Kurdan de ne bes bû, niha dest datînin ser zeviyên wan û dozên ku xistine dadgehan, her bi teşwîq û desteka rêvebiriya Kerkûkê di çarçoveya planekî de tê kirin.

Dijminên Kurdan bi taybetî rêvebiriya Kerkûkê bi Haşdî Şabî re di nava hevkariyê de, şerekî qirêjî ya aborî li dijî Kurdan didin. Ew bi xwe zeviyên Kurda dişewitînin, wan ji ser erdên wan dajon û bi demografiya Kerkûkê dileyîzin da nufûsa Kurda kêm bixin û ya Ereba zêde bikin.

Parve bike: