Rewasa serokê opozîsyona Rûsyayê Navalny yê bi jehrî ketiye giran e
PeyamaKurd – Rikeberê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê opozîsyona Rûsyayê Aleksey Navalniy (44) yê çalakvanê siyasî, bi jehrî ket ku niha li nexweşxaneyê ne li ser hişê xwe ye.
Li gorî zanyariyan Aleksey Navalniy ê çalakvanê opozîsyona Rûsyayê bi gumana jehrîketina toksîk rakirine nexweşxaneyê û li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.
Berdevka Aleksey Navalniy a bi navê Kira Yarmishli li ser medyaya civakî da xuyakirin ku Navalniy îro di dema firîna Tomsk-Moskovayê de nexweş ketiye û balafirê bilez li Omskê daniye.
Kira Yarmishli da zanîn ku Navalniy bi gumana jehrîkirnê birine nexweşxaneyê û ew niha beşa nexweşiyên giran tê dermankirin û hişê wî jî ser çûye.
Yarmishli dibêje; “Li gor me tiştek tevî çayê kirine Navalniy bi jehrî ket, çimkî îro bi tenê çay vexwar. Doktor dibêjin toksîn bi tiştên germ zû li bedenê belav bûye.”