TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rewsa Serkirdeyê YNKê Adil Murad giran e

📅 18 gulan 2018 03:10

PeyamaKurd - Sekreterê Encumena Navendî û avakerê qedîm ê YNKê Adil Murad li Almanyayê tê dermankirin û rewşa wî giran e.

Malpera resmî ya  YNKê ragihand ku Adil Murad li Almanyayê tê dermankirin û rewşa wî ne cîgir e.

Ji ber ku rewşa wî ne xweş bûbû ew rakiribûn Almanyayê bo dermankirinê. Di malperê de îdîayên mirina Adil Murad hatin redkirin û hat diyarkirin ku rewşa wî xerab e lê nemiriye.

Adil Murad yek ji damezrînerê YNKê ye û xwedî cihekî taybet e di vê partiyê de.

Parve bike: