Kurdistan
Rêya 41 gundên ku ji ber barfê û bamistê hatibû girtin, vekirin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêrtê li navçeyên Berwariya û Şêrwanê bi sedema barîna berfa zêde û bamiştê rêya 41 gundan hatibû girtin. Bi xebata rêvebiriya taybet ya parêzgehê 41 rêyên gundan ji aliyê têmên têkoşîna bi berfê re hatin vekirin.
Li Berwariya rêya 12 gundan û li Şêrwanê rêya 29 gundan hatibû girtin. Rêvebir hişyariyê didin ajotvanan da laskîkên zivistanê li erebeyên xwe bixin û bê zencîr dernekevin ser rêyan.