TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêya Hekkariya-Sirnexê ji çûnûhatê re girtin

Admin M
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2022 02:07

PeyamaKurd – Rêya Hekkariya û Şirnexê ji ber ewlehiyê, ji çûnûhatê re girtin. Girtina rê bi sedema ku aşît dikevin ser rê û ji bo rêwiyan talûkeye hat girtin. Ji bo rêya navbera Hekkariya û Çelê vekirî bimîne bi şev û rojê 10 alav û 20 xebatkar dixebitin.

Çûnûhata ji Hekkariya û Şirnexê nema têkirin lê rêvebir hişyarî didin ku eger pêwist nînbe, divê kes dernekeve rêya navbera Hekkariya û Çelê, bi taybetî di şevê de.

Parve bike: