TR KU SO
FB X
Kurdistan

Reyan Keldanî: Ez xwe wek hevserokê YNKê dibînim

Admin L
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2024 12:15

PeyamaKurd – Seroka Tevgera Babil Reyan Keldanî diyar kir ku li Kerkûk û Nînowa bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re di nava hevpeymaniyê de ne û ew xwe weke hevserok dibîne.

Serokê Tevgera Babîlî Keldanî ku beşek ji Heşda Şeibî ye, di daxuyaniyekê de ji kanaleke xwecihî re ragihand, ew li Kerkûk û Nînowa bi YNKê re hevpeyman in.

Reyan Keldanî tekez kir ku ew xwe wek hevserokê YNKê dibîne û got, ew Bafil Talebanî wek hevserokê Tevgera Babil û Partiya El Hawiye Wataniye dibînin.

Serokê Liqa 17 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nazm Harkî îro 7 Tîrmehê di derbarê YNKê de ji K24ê re got, YNKê ti frakisyonê di Civata Parêzgeha Nînowa de nîne, ji ber ku her du kursî radestî Reyan Keldanî kirin. Sedema sereke ya parçebûna Encûmena Parêzgeha Nînowa jî ev bû.”

 
Parve bike: